Komplo li Cizîrê hat şermezarkirin

  • 13:39 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi pêşengiya Rêxistina Navçeya Cizîrê ya HDP’ê, bi minasebeta 23’yemîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyanî hat dayîn. Girseyê tim dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
 
Bi pêşengiya Rêxistina Navçeya Cizîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê, bi minasebeta 23’yemîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê li ber avahiya HDP’ê ya Cizîrê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em komploya navneteweyî bi tûndî şermezar dikin” hat vekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvebirên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê rêvebirê HDP’ê yê Cizîrê Botan Em ve hat xwendin.
 
Botan, anî ziman ku komploya navnetweyî ku di 9’ê Cotmehê 1998’an de hat destpêkirin di şexsê Abdullah Ocalan de li gelê kurd û Rojhilta Navîn destpêka berxwedanê ye û wiha got: “Destpêka meha cotmehê di serî de ji bo gelê kurd û hemû gelên heremê gelek girîng e û destpêka pêvajoyek dîrokî ye. Birêz Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi planek navneteweyî ji Sirûyeyê hat dersxistin, ev destpêka dîroka êş, winda û sehneyên lîstokan bû. Ev ne bi tenê li ser gelê kurd li ser hemû gelên Rojhilata Navîn dest pê kir. Kesên hevkarê vê planê Tirkiye jî ber bi şerê kûr ve bir. Dijminatiya li dijî gelê kurd bû esasa polîtîkaya hem li hindir û hem jî ya derve. Di encama vê de   rewşa dawî li Tirkiyeyê li holê ye. Di ser de 23 sal derbas bûye jî hêzên din mirin û kaosê li gelan da ferzkirin. Ev şer her ku diçe berdewam dike.”
 
‘Tecrîta li Îmraliyê li ser  hemû civakê tê meşandin’
 
Botan, bal kişand ser tecrîda girankirî ya ser Abdullah Ocalan û wiha domand: “Di Pergala Îmraliyê de; hiqûq û zagon hatiye tunekirin.  Pergala Îmraliyê qulika reş a her cureyê hiqûqî ye. Tecrîda li Îmraliyê di hiqûq, ehlaqî û wîcdanî de tu beramberiya wê tune ye. Pergala tecrîdê, li her qada jiyanê bandor kiriye. Çareseriya aştiyane hedef hatiye girtin. Dixwazin Tirkiyeyê mehkûmê tarîtiyê bikin. Tirkiye vegûheriye rejîma tecrît û qeyûmê. Divê li dijî tecrîdê bê derketin û li berxwe bidin. Birêz Ocalan ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bike di nava çar dîwaran de jî dixebite. Lê belê dixwazin civakê bê parastin bihêlin û demokrasiyê ji holê rabikin. Tecrîta li Îmraliyê li ser  hemû civakê tê meşandin.”
 
Botan, di dawiya axaftina xwe de got ku operasyonên qirkirinên siyasî ku di demên dawiyê de tên kirin li dijî 9’ê Cotmehê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşerojeke demokrasî gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê li berxwe didin. Banga min ji hemû kesên bi wîcdan û berpirsiyar ew e ku werin em bi hev re ji bo demokrasî û azadiyê tecrîdê bişkînin. Tecrîdê bişkînin û dengê azadiyê bigihînin gel.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. Girse piştre derbasî eywana konferansê bû û derbarê 9’ê Cotmehê de sînevîzyona amadekirî temaşe kirin. Bername bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.