Dîsa bi ser qawişan de hat girtin: Gardiyanan dest danîn ser alavên girtiyan

  • 11:57 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - Biserdegirtinên qawişan ên li girtîgehan her dibe rojev. Vê carê jî li Girtîgeha Bolûyê gardiyanan bi ser qawişên girtiyan de girtin û dest danîn ser lênûsk û hin tiştên din ên girtiyan. 
 
Biserdegirtinên qawişan ên li girtîgehan her dibe rojev. Di 6'ê Cotmehê de li Girtîgeha Jinê ya Şakranê polîs û gardiyanan bi ser qawişên girtiyan de girtibûn. Vê carê jî hat diyarkirin ku zextên li ser girtiyên li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F dimînin, zêde bûne. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Hayme yê li wê girtîgehê dimîne, tiştên qewimîn bi rêya telefonê bi bavê xwe Şafî Hayme re parve kir. Mehmet Hayme, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê û gardiyanan di bin navê lêgerînê de bi ser qawişan de girtine û di serdegirtinê de dest danîne ser lênûskên girtiyan û hin tiştên wan. 
 
Mehmet, da zanîn ku 100 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hatin sewqkirin, 9 jê birine Girtîgeha Bolûyê û ew li odeyên karantînayê tên ragirtin.