Nobeta Edaletê di roja 215'an de ye

  • 11:35 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 215'an de didomînin. Malbata Şenyaşar di roja 215'an a Nobeta Edaletê de got:"Hûn ê nikaribin ser komkujiya li ber Nexweşxaneya Dewletê veşêrin."
 
Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest pê kirine di roja 215'an de berdewam dike. Ji ber ku îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbatê li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta xwe domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev peyam parve kir:" Di dinyayê de tu al nîne ku ser neheqiya li mezlûman tê kirin binixumîne. Al nirxê hevpar e. Hûn ê nikaribin ser komkujiya li ber Nexweşxaneya Dewletê veşêrin."