Li Rojava Rêveberiya Xweser 9'ê Cotmehê şermezar kir

  • 11:17 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 2'yem a êrişa li hemberî Serêkanî û Girê Spî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û got: " Em bang li hemû saziyên civaka navneteweyî, NY, YE, Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê dikin ku li hemberî xeteriya siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê hişyar bin û dûrî berjewendiyan bikevin."
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 2'yem a dagirkirina herêmên Serêkanî û Girê Spî daxuyaniyek da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "9'ê Cotmehê salvegera duyemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ye, du sal ji binpêkirin û kiryarên dûrî pîvanên exlaqî û wijdanê. Komên tundraw  bi çavdêriya yekser a Tirkiyê bi êrişa li dijî Serêkaniyê û Girê spî îstiqrar û aramiya herêmê têk birin. Beriya wê jî bajarê Efrînê ji bo heman armancan dagir kir.
 
Bi taybetî li gel bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên NY, Koalîsyona navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê, tiştê ku îro dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên me yên dagirkirî dike, piştrast dike ku dewleta Tirk rûxandina Sûriyê, parçekirina civaka Sûriyê û ferzkirina siyasetên xwe yên ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê dewam dike. 
 
Em ji cîhanê û raya giştî ya cîhanî re piştrast dikin ku dewleta Tirk bi rêya siyasetên guhertina demografiyê û koçberkirina bi darê zorê, projeya Osmaniya nû ava dike û pê armanc dike ku îstiqrara Sûriyê û herêmê derbe bike û di aliyê cografî û civakî de parçe dike. Ji ber wê, em bang li hemû saziyên civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE), Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê dikin ku li hemberî xeteriya siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê hişyar bin û dûrî berjewendî û ajandeyên xwe yên taybet bi Tirkiyê re yên li ser hesabê welatê me Sûriyê û gelê me, dûr bikevin.
 
Di dawiyê de em ji gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi taybetî gelê me yê Serêkaniyê û Girê Spî  û Efrînê re yên ku bi darê zorê ji warê xwe koçber bûne, em dibêjin em bi we re ne, em soz didin we em ê bi we re heta rizgarkirina herêmên we û vegera we ya bi rûmet, têkoşînê dewam bikin. 
 
Em bi vê boneyê şehîdên xwe yên leheng û birîndarên ku bi lehengî li dijî çeteyên wê xaka xwe parastine, bi bîr tînin û em soza şopandina rêya wan didin heta pêkanîna serkeftinê û armancên gelê me û biserxistina şoreşa demokratîk.”