Ji doza Leyla Aydemîr biryara beratê: Ruyê rast ê darazê carek din derket holê

  • 09:12 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
WAN - Leyla Aydemîr ku winda bibû 18 roj şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. 7 gumanbarên dihatin darizandin berat kirin û bertekên li dijî vê didomin. Jinan bertek nîşan dan û gotin: “Ruyê rast ê darazê carek din derket holê. Heta gumanbar ceza negirin em ê têkoşîna xwe li qadan bilind bikin.”
 
Li gundê Bergane ya Agiriyê zaroka bi navê Leyla Aydemîr ku bi dê û bavê xwe re çibû gund, di 15’ê Hezîrana 2018’an de winda bibû û 18 roj şûnde cesedê wê hatibû dîtin.  Der barê bûyerê de 7 gumanbar hatin beratkirin. Li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê di 2’yê cotmehê de rûniştina biryarê hatibû dîtin û apê wê Yusuf Aydemîr ji sûcê ‘ji qestî zarok kuştin’  cezayê meubeta giran, ji sûcê ‘zarok ji azadiyê bêpar hiştin’ 4 sal ceza hatibû cezakirin.  Ap Musa Aydemîr û pismamê bav Nîhat Aydemîr, Mehmet Alî Aydemîr, gundiyên wan Besîm Dursun, hevjîna wî Hatun Dursun û Yildirim Artam û hevjîna wî Ayşe Artam berat kiribûn.
 
Dadgehê cezayê muebeta giran xera kir
 
Yusuf Aydemîr sûcdarî red kir û biryara derbarî wî de li Yekemîn Daîreya Cezaya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê hat xerakirin. Cezayê ji bo hemû gumanbaran hatibû dayîn hat xerakirin û biryara tahliyeya Yusuf Aydemîr hat dayîn.
 
Biryara hatiye dayîn lidij usulê hat dîtin
 
Serdozgeriya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê îtîrazê biryara tahliyekirina Yusuf Aydemîr kir. Di daxwaznameya serdozgeriyê şand Duyemîn Daîrya Ceza de hat gotin ku biryara tahliyeyê ya ji bo Yusuf Aydemîr li dijqanûnê ye û li dijusulê ye.
 
7 gumabarî berat kir
 
Di rûniştina di 13’êd cotmehê de  li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê hatibû dîtin, ji bo Yusuf Aydemîr cezayê muebetê, ji bo  gumanbarên din jî biryara beratê hat dayîn.   Yekemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmî a ERziromê biryara ku dadgeha herêmî di 21’ê Kanûnê de dabû xera kir û  biryara tahliyeya Yusuf Aydemîr da.  Dadgehe di runiştina duyem ya îro hat dayîn de bi hinceta qelsiya delîlan hemû gumanbar berat kirin.
 
Li dijî beratê bertek
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Wanê Gulderen Varli bertek nîşanê beratê da û got ew biryara beratkirina 7 kesan nas nakin û wiha got: “Demên dawî de şîdet û îstîsmara zarokan her diçe zêde dibe. Ligel vê gumanbar jî tên parastin. Leyla di temenê ku nikaribû xwe biparêze de bû. Tevî hemû delîlan hemû gumanbaran berat kir. Lê heta gumanbar cezayê heq dikin negirin wê têkoşîna me bidome.”
 
‘Em ê pêşa dozê bernedin’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tetwanê Sarya Yilmaz jî daxuyakirin ku ew çanda tecawizê ya tê ferzkirin qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Êdî bes e. Bila tecawizkar bi cezayê herî giran bên cezakirin. Em ê pêşa gumanbaran bernedin.”
 
‘Ruyê rast yê darazê carek din derket holê’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Aşkan, jî destnîşan kir ku biryara ku darazê daye, rûyê rast yê darazê carek din nîşan daye û wiha dawî lê anî: “Me ruyê rast carek din dît. Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidin û ji gumanbaran hesab bipirsin. Em ê şopdarê dozê bin.”
 
‘Em ê li qadan bersiv bidin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Aynur Sarica jî ev bertek nîşan da: “Me careke din şahidiya ku kujerên jin û zarokan ceza nagirin, kir. Em ê li dijî vê polîtîka bêcezabûnê li qadan bersivê bidin. Ji bo darizandina gumanbaran em ê pêşa bûyerê bernedin. Em ê têkoşînê mezin bikin.”