Jinên TMMOB’ê xwe bi rêxistin dikin

  • 09:10 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Seroka Koma Xebata Jinan a Muglayê ya TMMOB’ê Elîf Aytaç diyar kir ku jinên TMMOB’ê li Muglayê der barê pirsgirêkên jinan de ne xwedî rêxistineke baş in û got xebatan didomînin.
 
Lingê Bodrumê yê Komxebata Jinan a 7’emîn a Yekîtiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirkiyeyê (TMMOB) li Salona Civînê ya Odeya Bazirganiya Bodrumê pêk hat. Kurultay a yekemîn di 8’ê Adara 2011’ê de li Muglayê pêk hat û ya duyemîn jî bi kelecanek mezin pêk hat.  Seroka Koma Xebata Jinan a TMMOB’ê ya Muglayê avahîsaz Elîf Aytaç da zanîn ku jinên hevpîşeyên wan der barê pirsgirêkan de ne xwedî hestiyariyek baş in û got tevî vê îtîrazên xwe anîne ziman û ji bo rêxistinbûna jinan xebatan wê bidomînin. 
 
Rêxistinbûnek baş tune ye
 
Elîfê da zanîn ku agahiya wan tunebû ku lingê herêmî yê Komxebata Jinan a TMMOB’ê li Bodrumê heye û xwe negîhandine encamnameya wê û wiha pê de çû: “Piştî evqas dem weke ku cara yekem em dikin bi kelecan bûn. Em ne endezyar û avahîsazên li saziyên cemawerî fabrîkayan dixebitine. Ji bilî endamtiya TMMOB’ê  em xwedî rêxistinbûnek cuda ne. Em di sendîkaya polîtîkaya wek KESK û DÎSK'ê de cih nagirin. Em piranî serbest in. Ji ber vê jî hişmendiyek nehatiye avakirin. Em dibêjin qey em pir baş dijîn. Em hemû serbest jî bixebitin pirsgirêkên me yên cuda hene.”
 
Elîfê da zanîn ku jin bi hincetên weke ku em perwerdekirî ne, hevjînê wan xwedî hişmend in, rastî şîdet û cudahiyê nayên, tev digerin û wiha got: “Lê şîdet di nêrînek pir biçûk de veşartiye. Di esasê de em hemû rastî şîdetê tên lê em ferq nakin. Di rola karê malê de mijara newekheviyê ye. Em rolan wisa bixwe re dihewînin ku weke ku normal e tê dîtin. Em jinên bêdeng dimînin rexne dikin.”
 
‘Wê xebat bidomin’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Komxebat ji bo naskirina hev a jinan gelek bi fêde bû. Em ji aliyên cuda û pîşeyên cuda nebin jî di alî rêxistibûnê de hêviya wan zêde bûye. Bi taybet em dixwazin hevalên me yên ciwan xwedî li vê mijarê derkevin. Em ê xebatên xwe bidomînin.”