Ji bo Farah Zeynep piştgirî: Wê jin bêdeng nemînin

  • 09:06 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Parêzerê gumanbarê tecawizê Mûsa Orhan der barê Ezgî Mola û Farah Zeynep Abdullah de serlêdana sûc kiribûn û daxwaza cezayê pere kiribûn. Hunermendan bertek nîşan an û gotin: “Gumanbar bi qanûnan tên parstin. Ev welat cihê ku Mûsa Orhan temsîl dike, diparêze. Feraseta edeletê ya vî welatî ev e. Jin wê tu car bêdeng nemînin.”
 
Sala borî li navçeya Beşîrî a Êlihê jina bi navê Îpek Er ku hewl dabû întîxar bike li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Derketibû holê ku Îpek Er ji aliyê pisporê çawîs Musa Orhan ve li Sêrtê rastî tecawizê hatiye. Di nameya ku ajansa me xwe gîhandibûyê, de hatibû nivîsîn ku rastî tecawiza Mûsa Orhan hatiye û hatiye desteserkirin. Li ser bertekên rayagiştî Mûsa Orhan hatibû girtin, 10 roj şûnde di 25’ê tebaxa 2020’an de hatibû berdan. Di rûniştina dawî ya gumanbar de biryara girtinê derneketibû.
 
Jinên ku bertek nîşan dan jî bû hedefa tehdîd û zextan. Lîstikvan Ezgî Mola ku bertek nîşanê Mûsa Orhan dabû, der barê wê de doza heqeretê hat vekirin û ji aliyê 31’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Enqereyê ve rastî cezayê pereyê edlî ya 65 rojan hatibû. Lîstikvan Farah Zeynep Abdullah jî li ser hesabê medyaya dijîtal bi gotinên wekê ‘Yekane tişta zelal Mûsa Orhan şerefsize û pergal li cem wî ye’ bertek nîşanda. Parêzerên gumanbarê tecawizê der barê Farahê de serlêdana sûc kirin.
 
Muzîkjen Feryal Oney û lîstikvan Sevînç Erbulah der barê mijarê de ji ajasansa me re axivîn.
 
‘Em ê dengê xwe bilind bikin’
 
Feryal Oney got dema doz li Ezgî Mola hatiye vekirin, gelek hunermendên jin bertek nîşan dane û got: “Em gelek hunermendên jin li pişt Ezgiyê bûn. Em ê her tim jî li pişta wê bin. Berteka Ezgiyê gelek mafdar bû.  Ji ber ku qanûn tecawiz û tacîzan, kuştinan teşwîq dike, bi aşkera pêk tên. Berteka Farah Zeynep ya ku piştgirî da Ezgiyê jî gelek di cih de bû. Tiştekî em jê bitirsin tune. Em ê dengê xwe her tim derxin.”
 
‘Gumanbar tên parastin’
 
Feryalê her wiha bi lêv kir ku gumanbar bi qanûnan tên parastin û wê jin jî her tim dengê xwe bilind bikin û wiha daxuyand: “Jinan êdî serî hildan. Berê jî hebû lê êdî em di roja îro de bi aşkera dibînin. Di îfadeyan de jî tê dîtin, ji rewşa baş, cil û bergan, dîtbarî ceza tên daxistin. Mêr dibêjin ‘ez tebikujim jî ceza nagirim’. Ji ber dizanin ku bê ceza tên hiştin. Ji ber vê kuştinên jinan zêde dibin. Dema gumanbar tên parastin, jinên deng derdixin jî ditirsînin. Lê kes natirse, em ê her tim dengê xwe derxin.”
 
‘Ev welat cihê ku Mûsa Orhan temsîl dike diparêze’
 
Lîstikvan Sevînç Erbulak jî bi lêv kir ku li şûna gumanbaran jin tên parastin û der barê serlêdana sûc a parêzerê gumanbar Mûsa Orhan ku der barê Ezgî û Farah de kiribû de jî ev tişt vegot: “Ev ne wijdanî, ne mantiqî û ne jî hiqûqî ye. Gelek jin hedef hatin nîşandan. Ji ber kesên navdarin ev hatin dîtin. Ev welat cihê ku Mûsa Orhan temsîl dike diparêze. Feraseta edeletê ya vê dewletê jî eve. Gelo li cihekî din ya cîhanê mînakek din ya wisa heye. Li welatê me ev heye.
 
‘Divê her kes xwe xurt bike’
 
Sevînçê da zanîn ku li vî welatî rewşa jin zarok û sewalan zehmete û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her kes ji bo parastina van her sêyan diaxive lê ceza ji bo van mijaran nayê dayîn. Divê her kes li dijî vê xwe xurt bike. Bêdengî rê li ber bûyerên din vedike.  Em li cîhanek rezîl dijîn. Jin tevî zext û tehdîdan bêdeng namînin û wê her tim jî bêdeng nemînin.”