Li Şirnexê 26 kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 19:39 8 Cotmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeyên Cizîr û Sîlopyayê 26 kesên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan.
 
Li navçeyên Cizîr û Silopiya Şirnexê di serdegirtina malan de 26 kes hatin binçavkirin. Li Silopiyê di 5’ê cotmehê de 12, li Cizîrê jî di 6’ê cotmehê de 14 kes hatin binçavkirin.
 
Hat zanîn ku li Silopiyê 12 kes bi hinceta “alîkariya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin. Piştî karê li emniyetê 12 kesî binçavkirin sewqê dozgeriyê kiribûn û li vir jî piştî îfadeyên wan hat girtin bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê kirin. Dadgeh jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
 
Li Cizîrê jî hat zanîn ku 14 kes bi hinceta çalakiya salvegera bûyerên 6-8’ê Cotmehê bikin hatin binçavkirin. Li emniyetê piştî îfadeyên wan hat girtin serbest hatin berdan.