DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt

  • 15:41 8 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Bi hinceta "Bikaranîna ceyrana qaçax" DEDAŞ ligel cenderme, TOMA û maşîneyên zirxî bi ser gundên navçeya Hilwanê ya Rihayê de girt. Li 84 kesan cezayê pere birî û gelek trafo hat rakirin. 
 
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li navçeya Hilwana Rihayê, ligel cendermeyan bi TOMA û maşîneyên zirxî, bi ser gelek gundan de girt. Beriya serdegirtinê gundan ketin û derketinê rê girtin. Di serdegirtinan de bi hinceta “Bikaranîna ceyrana qaçax” li 84 kesan cezayê pere hat birîn. DEDAŞ’ê li hin cihan bi hêceta “Abonetiya wan nîne” saetên ceyranê û li hin cihan jî trafo ji holê rakirin. 
 
Tîmên DEDAŞ'ê ku bi TOMA'yan ketin gundê Şêxan, bi ser malan de girtin.