Rozerîn Kalkan a girtî: Bi çop û kalasan bi ser qawişê de girtin

  • 15:38 8 Cotmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê gardiyan û polîsan bi ser qawişa girtiyan de girtin û li wan dan. Her wiha gef li girtiyan dan xwarin. Ji girtiyan Rozerîn Kalkan wiha got:"Bi talîmata ji Wezareta tê dixwazin qawişên me ji hev veqetînin û me ji hev dûr bixin."
 
Di 6'ê Cotmehê de li Girtîgeha Jinê ya Şakranê gelek gardiyan û polîsan bi ser qawişa girtiyan de girtin. Hat hînbûn gardiyan û polîsên bi copan bi ser qawişan de girtine gef li girtiyan dane xwarin.  
 
Rozerîn Kalkan a li Girtîgeha Jinê ya Şakranê tê girtin bi rêya telefona bi malbata xwe re tiştên hatine serê wan ragihand.
 
'Bi kalas û çopan bi ser qawişê de girtin'
 
Rozerînê ev tişt anî ziman:"2 roj berê saet di 23.00'an de bi ser qawişa me de girtin û xwestin em qawişa xwe vala bikin. Xwestin qawişê bikin du cih û me bişînin dereke din. Me jî ev yek qebûl nekir. Li ser vê yekê polîs bi copên xwe hatin û gotin ew ê me bi zorê derxin. Di nav me de dayikên temenê wan zêde hebûn. Ji bo em wan nexin nava talûkeyê me nexwest em biaxivin. Ji bo dayikên me zirarê nebînin me guhertina qawişê qebûl kir lê belê em 40 kes derbasî qawişeke din bûn. Tehrîka wan didome. Me xistin qawişeke pîs, qirêj. Li dîwaran gemar heye hîn. Ev du roj in jî em alavên xwe kom dikin. Xwestin êrişî me bikin û gef li me dan xwarin. Bi talîmata ji Wezareta tê dixwazin qawişên me ji hev veqetînin û me ji hev dûr bixin. Bi kalas û çopan bi ser qawişê de girtin. Ji bo êrişî me bikin li hêviya fersendekê ne."