Li kampa Dawidiyê ya êzidiyan dengdayîn hat astengkirin

  • 14:34 8 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kampa Dawidiyê ya Duhokê ku koçberên Êzidî yên Şengalê dimînin, rayedarên kampê îdîa kirine ku makîneyên dengdanê xirab bûne û nehiştine koçber dengên xwe bikar bînin. 
 
Li gorî Nûçeya Ajansa ROJNEWS'ê, çavkaniyên ku nexwestin navên xwe eşkere bike, li kampa koçberan a Dawidiyê ya Duhokê, rayedar pêşwaziya koçberan ji bo dengdayîna parlamentoya Iraqê nakin. Li gorî yasaya hilbijartinê pêwîst îro koçber, hêzên ewlekariyê û nexweş dengê xwe bikar bînin. Lê li Kampa Dawidiyê heta niha jî dengdayîn dest pê nekiriye.
 
Çavkaniyan destnîşan kir ku rayedarên kampê ji koçberan re gotine “cihaza dengdayînê xirab bûye, lewma hûn nikarin dengên xwe bikar bînin, vegerin malên xwe” û nehiştine tu kes dengê xwe bikar bîne. Hat ragihandin ku heta van kêliyan jî li kampê dengdayîn dest pê nekiriye.
 
Dengdayîn wê saet di 19.00’an de bidawî bibe.