'Nobeta Edaletê' di roja 214'an de berdewam dike

  • 12:08 8 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku çalakiya xwe ya "Nabeta Edaletê" berdewam dikin ev peyam parve kirin: “Pankarta me 14 roj in di bin çavan de ye, dayika min li pêş edliyeyê ye, ez jî di hevdîtina birayê xwe yê 3 sal in li Xarpêtê bi awayekî bêhiqûqî tê girtin de me. Edalet li ku ye nediyar e!”
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 214’emîn de didome. Ji ber ku Ferît Şenyaşar çû hevdîtina birayê xwe, Fadil Şenyaşar ê ji 3 salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de tê girtin, Emîne Şenyaşar îro tena serê xwe, nobet da destpêkirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê 214 roj in didome. Pankarta me 14 roj in di bin çavan de ye, dayika min li pêş edliyeyê ye, ez jî (Ferît Şenyaşar) di hevdîtina birayê xwe yê 3 sal in li Xarpêtê bi awayekî bêhiqûqî tê girtin de me. Edalet li ku ye nediyar e!”