Li Rihayê jinek hat kuştin

  • 09:47 8 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Li navçeya Karakopruyê mêrê bi navê Bekîr Şervan Gurel, Hasret Tûtal qetil kir. 
 
Li navçeya Karakopru ya navendî ya Rihayê, mêrê bi navê Bekîr Şervan Guler, jina bi navê Hasret Tûtal (33) bi çekê bi giranî birîndar kir. Hasret a rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan, li vir jiyana xwe ji dest da. Polîsên ku hatin cihê bûyerê, Bekîr Şervan binçav kirin. Bekîr Şervan ê piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin, ji aliyê dadgeha nobedar ve hat girtin û şandin girtîgehê.