Ji bo mîtînga 16'ê cotmehê li Qoserê civîn û şahî hat lidarxistin

  • 08:44 8 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - TJA û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ji bo mîtînga 16'ê cotmehê ya ku li Amedê bê lidarxistin li Qoserê piştî civînê şahiyek li dar xistin. Di bernameyê de banga tevlîbûna mîtîngê hat kirin. 
 
Xebatên mîtînga 16’ê cotmeyê ya bi dirûşmeya “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiyê ye” pêk bê, li gund û navçeyên Mêrdînê ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) ve tê meşandin. Li Qoserê ji hêla TJA û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ve piştî civînê şahiyek hat lidarxistin. 
 
Aktivîstên TJA’yê di serî de derbarê xebatên xwe û armanca mîtîngê de axaftin kirin. Piştî axaftinê şahî dest pê kir.