Nûnerên HDP'ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 15:16 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Asayîşa Hewlêrê ku endam û Nûnerên HDP’ê binçavkiribû, serbest berda. 
 
Endamên Nûnertiya HDP’ê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb û Rûken Mercan îro di saetên sibehê de serdana malbata Gûngor û Gûlcan Alp kirin. Piştî demekî kurt bi hinceta ku îxbar heye asayîşa Sefîn a yekem a Hewlêrê bi ser mala Gulcan Alp de girt û hemûyan binçavkir.
 
Li gorî Nûnera HDP’ê tevî fermiyeta wan heye û seyareya wan ji aliyê asayîşê vê tê naskirin û îzaha wan jî, asayîş bi israr wan binçavkiriye. Nahîde da zanîn ku asayîş diyar kiriye wan li ser îxbarek ser malê de girtine û kesên ku îxbarkirine eşkere nekiriye.
 
Nahîde diyar kir ew saetek li asayîşa Gulan hatine hiştin û piştî wê derbasê Asayîşa giştî kirine û di dema binçavkirinê de dest danîne ser telefonên hevalên wan ên Nûnertiya HDP’ê.
 
Nahîde di dewama axaftina xwe de got, tevî hemû hewldanan ancax di saet 14.30’an de serbest hatine berdan û got: “Me li Asayîşa Giştî li dijî asayîşa Gulan gilî kir. Ji ber ku em bê sedem hatin binçavkirin."
 
Yên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan.