Bersiva ji bo îtiraza parêzeran: Strana kurdî ji bo girtîgehê wekî gef hat dîtin

  • 14:53 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
XARPÊT- Parêzerên siyasetmedarên kurd Leyla Guven û Hulya Alokmen îtirazî cezayê ji ber gotina stranên kurdî hatibû strandin kiribûn. Li dijî vê îtirazê dadgeriyê strandina stranên kurdî wekî gef dît. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen ji ber stranên kurdî gotibûn û govend gerandibûn cezayê qedexeya hevdîtinê li wan hatibû birîn. Parêzeran li dijî vê yekê li Dadgeriya Înfaza Xarpêtê îtiraz kirin. Ev îtiraz di 15'ê Îlonê de wekî rûniştinê hat lêkolînkirin. Di rûniştina lêkolînê de Hulya û Leyla xwestin parastina xwe bi kurdî bikin lê belê dadger diyar kir Hulya û Leyla bi tirkî dizanin ger ew ê heqê tercuman bidin wê demê dikarin parastina xwe bi kurdî bikin. Herdu siyasetmedaran dayina heqê tercuman qebûl nekirin. 
 
Piştre parêzeran têkildarî rewşa dawî giliyên xwe li Dadgeriya Înfaza Xarpêtê kirin. Dadger biryara xwe ya ji bo îtirazê da. Di biryarê de hat gotin stranên Leyla, Hulya û jinên din di koguşê de gotine li dijî girtîgehê wekî gefekê ye. 
 
Her wiha dadgeriyê îtiraz red kir.