Derbarê kiryarê êrîşa zayendî de dosya duyem hat amadekirin

  • 12:50 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Burak Ercan ê ku li nêzî 40 xwendekarên zarok êrîşa zayendî kiribû, derbarê wî de dosyeya duyem hat vekirin. Dosya ji ber 7 zarokên ku zex li wan hatibûn kirin û giliyê xwe paşve kişandibûn hat vekirin. Dosyaya ku hat vekirin ji Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê re hat şandin.
 
Burak Ercan li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, di 2019’an de bi peyamên telefonê li nêzî 40 xwendekarên zarok êrîşa zayendî kirbû. Piştî 5 xwendekarên ku peyam jê nebirin û bi rêveberiya dibistanê re parve kiribûn bûyer aşkera bibû. Herwiha heman xwendekaran di dema serlêdanê de diyar kiribûn ku hin hevalên wan tirsiya ne û bêdeng mane. Piştî wê derbarê Burak Ercan de lêpirsîna edlî û îdarî hatibû destpêkirin. Li ser bertekan, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Millî ve hatibû destpêkirin de Burak Ercan ji peywirê hatibû dûrxistin û li ser îfadeyên xwendekarên ku êrîş li wan hatibû kriin  sewqî Lîjneya Dîsîplîna Bilind hatibû kirin. Piştî temamkirina lêpirsîna ku hatibû destpêkirin, lîjneya disîplçîn biryara xwe ya derbarê Burak Ercan de aşkera kir û ji bo Burak Ercan tenê cezayê salekê "payeya wî neyê zêdekirin" guncav dît û piştre kiryar tayînî dibistaneke Rihayê hatibû kirin. Burak Ercan di meha Tebaxê de tayînê Dibistana Navîn a Orhangazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê hat kirin. 
 
Li ser bertekên malbat û  Egtîm-Senê, Burak Ercan ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî û Waliyê Stenbolê ve careke din ji peywirê hat  girtin. Her wiha derketibû holê ku Burcak Ercan piştre li Navenda Perwerdehiyê ya Stenbolê hatiye bicihkirin.
 
Yekemîn daneşîna dozê 27’ê Cotmehê ye
 
Ji 40 xwendekaran zêdetir yên derbarê Burak Eercan de gilî kiribûn gelekên wan  ji ber zextan giliyê xwe paşve kişandibûn. Niha bi tenê di dosyeyê de 4 zarok hene ku dev ji giliyên xwe bernedane. Dosyeya ku li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê 4 mehan hat sekinandin piştre biryar hat dayîn ku îtîraza kiryar Burak Ercan hatiye retkirin. Piştî îtîrazê, dosya ji Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê re hat şandin û îtîraza Burak Ercan hat redkirin. Piştî redkirina îtîrazê derbarê Burak Ercan de ji sûcê êrîşa zayendî doz hat vekirin û 1'emîn daneşîna dozê dê di 27'ê Cotmehê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin.
 
Serdozgeriyê berê biryara bêşopandinê dabû
 
Hat diyarkirin ku ji xwendekarên giliyê xwe paşve kişnadine 7 kesan ji nû de gilî kirin Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ji bo 7 xwendekaran ji nû de dosya vekir û pişt re jî derbarê dosyaya vekir de "biryara bêşopandinê" da. Li dijî vê helwesta dozgeriyê parêzeran li Dadgeriya Sulh Ceza ya Cizîrê îtîraz kirin. Îtîaraza parêzeran hat qebûlkirin, dozgeriya diyar kir ku ewê lêpirsînê berfirehtir bikin û Dosaya Ji Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê re şand. 
 
Derbarê kiryar de dosyeya duyem
 
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, piştre carekedin bi sûcên “Êrîşa zayendî li dijî zraokê" li 1’emîn Dadgeha Cezayê Esliye ya Cizîrê li kiryar doz vekir. 1’emîn Dadgeha Cezayê Esliye ya Cizîrê di 19’ê Tebaxa 2021’ê de ji dosyeya duyem re jî biryara “bêşopandinê” da û dosya ji Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê re şand.
 
Ji parêzerên dozê Sabrî Çatikkaş, diyar kir ku di dosyeyê de jî mafê kiryar heye ku ji biryarê re îtîraz bike û got ku ew bawer dikin ku dê îtîraza kiryar bê retkirin. Parêzer Sabrî, her wiha destnîşan kir ku ji bo 7 zarokan jî dê li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê dosye bê vekirin.