Nobeta Edaletê di roja 213'an de didome
- 12:19 7 Cotmeh 2021
- Rojane
RIHA - Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 213'an de didome.
Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest pê kirin, di roja 213'an de berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber edliyeyê û li cihê her roj dest bi nobetê kir. Malbat ji ber ku pankartê wan hatiye desteserkirin, çalakiya xwe bê pankart didomîne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wiha got:"Nobeta me ya edaletê ya li ber Qesra Edaletê ya Rihayê di roja 213'an de dewam dike. Em ji rayedaran rehmê hêvî nakin. Em tenê dixwazin serweriya hiqûqê pêk were."