63 roj in aqûbeta endama RJAK'ê nayê zanîn

  • 11:40 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ev 63 roj in Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Rê nayê dayîn malbat û parêzer li gel Ciwana hevdîtin bikin û aqûbeta wê nayê zanîn.
 
Bi boneya 7'emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê çekdarên PDK’ê ve li seytereya Kelekê hatin revandin.
 
Endam û Rêveberên RJAK’ê di 5’ê tebaxê de li seytereya Kelek ya Hewlêrê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve tên revandin. Piştî 33 rojan di 6’ê îlona 2021’an de bi biryara dadgehê û kefalet endam û rêveberên RJAK’ê Xewle Mihemed û Seyran Ehmed hatin berdan.
 
Lê endama din a RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ev 63 roj in hîna nehatiye berdan û aqûbeta wê nayê zanîn. Asayîşa PDK’ê rê nade malbat û parêzer hevdîtinê li gel de bikin.