MKGP: Em ê nivîsandina bi pênûsa wêrek a Gurbeteliyê bidomînin

  • 11:20 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP a ji bo Roja Jinên Rojnamer ên Kurd daxuyanî da Gurbetelî Ersoz bi bîr anî û wiha got:"Mîrateya Gurbeteliyê di vê rêya zor de li dû xwe hişt rêya jinên rojnameger ên kurd ronî dike. Ev ronahiya di her şertî de hewildana têkoşînê dîtbar dike."
 
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) salvegera şehadeta Gurbeteli Ersoz a yekemîn gerînendeya giştî ya weşanê ya Tirkiyeyê bi bîr anî û bal kişand ser Roja Jinên Rojnamer ên Kurd. 
 
Daxuyaniya Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) wiha ye:
 
"Roja 7'ê Cotmeha 2014'an a şehadeta Gerînendeya giştî ya weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û yekem gerînendeya giştî ya jin a di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de Gurbeteli Ersoz wekî Roja Jinên Rojnamer ên Kurd hat îlankirin. Di vê roja ku ev 8 sal in tê pîrozkirin de em bi hilgirtina rûmeta vê mîrateyê serbilind in. Mîrateya Gurbeteliyê di vê rêya zor de li dû xwe hişt rêya jinên rojnameger ên kurd ronî dike. Ev ronahiya di her şertî de hewildana têkoşînê dîtbar dike. Ev gotina Gurbeteliyê ya 'Bi qansî şerê bi mêran re ez jinê ji xwe bidim destpêkirin û xweşik bikim' asta hebûna jinê ya di qada medyayê de ya ku ji do heta îro hatiye nîşan dide. 
 
Jinên ji tecrubeyên rabirdûyê heta siberojê xwe xwedî dikin ji bo heqîqetê derxin holê kevneşopiya çapemeniya azad bi ajans, televizyon, radyo û rojnameyan didomînin. Jinên pênûsa Gurbeteliyê li erdê nehiştin li dijî zimanê zayendperest ê medyayê her rastî nivîsandin. Em roja jinên tevî polîtîkayên zext, binçavkirin, girtin, tunehesibandin û îmhayê nayên çewisandin û dev ji rastiyê bernadin pîroz dikin. Em bi hezkirin hevalên xwe yên mîna Gurbeteliyê di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. Em ê nivîsandina bi pênûsa wêrek a Gurbeteliyê bidomînin." 
 
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê