Wesayita kedkarên çandiniyê qulipî: Kesek mir 16 kes birîndar bûn

  • 11:18 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Minîbusa ku rêwiyên wê kedkarên çandiniyê bûn li otomobîlê qelibî. Di qezaya ku bû de, kesekî jiyana xwe ji dest daye û 13 jê jin 16 kes jî birîndar bûn. 
 
Li navçeya Eyubiye ya Rihayê li ser rêya Tokî minîbûsa ku kedkarên çandiniyê tê de bûn li otomobîlê qelibî. Di qezaya ku bû de keskî jiyana xwe ji dest da, 13 jê jin bi giştî 16 kes birîndar bûn. 
 
Di qezayê de ajovanê otomobîlê  Mustafa A. jiyana xwe ji dest da, kedkarên çandiniyê Hulya O, Hacer T., Derya Y., Hayrunnîsa Ç., Sedef Y., Ahmet A., Hasan Ç., Zehra Ç., Sabîha D., Hulya Y., Meryem D., Sara D., Îbrahîm Y., Emîne Y., Fatma D. û Rabîa E. birîndar bûn.
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin
 
Kazayla ilgili soruşturma başlatıldığı öğrenildi.