Li Wanê ji ber soba komirê 4 kes jahrî bûn

  • 10:34 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
WAN - Li navçeya Rêya Armûşê bi hatina sar û sermayê re ku sobeyên komirê hatin danîn ji ber dûmana ji sobeyê li malê bela bû malbata ji 4 kesan pêk dihat jahrî bû.
 
Li Wanê bi sar û seqema ku dest pê kir re li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li Taxa Sarmaçê Berfîn Benek, hevjînê wê û du zarokên wê bişev ji ber dûmana ku ji sobeya komirê li hundirê malê belav bû jahrî bûn. Serê sibehê piştî ku cîranan rewşa malabtê dît agahî dan tendirustvanan. Piştî tendirustvan hatin cihê bûyerê Berfîn û malbata wê Rakirin Nexweşxaneya Parwerde û Lêkolînê ya herêmê.
 
Piştî mudaxeleya li nexweşxaneyê, hat diyarkirin ku rewşa Berfînê û malbata wê ber bi başbûnê ve diçe.