Li Sinê kuştina jinan hat şermezarkirin

  • 14:37 6 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê jinan çalakiyek li dar xist û bal kişand ser qetilkirina jinan. Jinan di çalakiyê de banga têkoşînê kirin. 
 
Rêxistinên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê û yên Îranê li ser malperên xwe yên fermî ragihandin ku çalakvanên mafê mirovan û yên civaka sivîl ku piraniya wan jin bûn li ber avahiya Dadgeha Sine kom bûn û çalakî li dar xistin. 
 
Di destê çalakvanan de dowîzên wekî “Ji jinkujiyê re na”, “Êdî bese e”, “Êdî ti cihek ji jinan re ewle nîne”, “Bes e ji kuştina jinan a bi navê namûsê re” û “Mafên min ên mirovî neyê nîqaşkirin” hebû. Her wiha dovîzên ku li ser hatibû nivîsandin “Em hemû Faîze ne” û “Em dixwazin qetilkirina Faîze were zelalkirin” jî bal kişand. 
 
Faîze Melekî jina 22 salî ye ku yekşema bihorî li bajarê Sine ji aliyê bavê xwe ve hatibû şewitandin û ketibû rojeva civakê. 
 
Li wir jinan daxuyaniyek dan û nerazîbûn nîşanî zêdebûna qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dan û diyarkirin ku ew ji bê helwestiya rayedaran û bi taybetî dadgehan ku kujeran ceza nakin nerazî ne. Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: "Wekheviya jin û zilam encax bi yekîtî û têkoşîna mirovên azadîxwaz û wekhevîparêz a li dijî tevahiya rejîma Îslamî û pergala sermayedariyê ya Îranê û pêkanîna serweriya pergala meclîsî ya di nav civakê de dikare pêk bê.”
 
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.