Nobeta edaletê di roja 212'an de ye

  • 13:47 6 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 212'an de didome. Hat hînbûn derbarê Ferît de ji ber gotina "Ji qesrê ditirsin" lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ji 9'ê Adara 2021'ê ve bi daxwaza "edaletê" li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire. Malbatê di roja 212'an de çalakiya xwe berdewam kir. Ferît Şenyaşar diyar kir ku dozgeriyê bi îdiaya "heqaret li Serokkomar kiriye" derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
  
Ferît Şenyaşar da zanîn ku lêpirsîn û doz û astengî nikarin têkoşîna wan a edaletê rawestînin û wê her têkoşîna xwe berdewam bikin. Ferît Şenyaşar da zanîn ku polîs lê geriyane û jê re gotine divê biçe li miduriyeta polîsan îfadeyê bide. 
 
Ferît di hevpeyvînek xwe de gotiye "Ji qesrê ditirsin" û ji ber vê yekê lêpirsîna "Heqaret li ser Serokkomar kiriye" hatiye destpêkirin.