Egîtîm Sen: Divê wextê dersan bibe 30 deqîqe

  • 13:38 6 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - Şaxa Hejmar 2'yan a Egîtîm Senê têkîldarî perwerdehiya rûbirû civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hat destnîşankirin ku divê perwerdehiya rûbirû nexin bin xetereyê û divê wextê dersan bixin 30 deqîqe.
 
Şaxa Hejmar 2'yan a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê têkildarî tedbîrgirtina perwerdehiya rûbirû li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Sekretêrê Şaxa hêjmar 2 ya Egîtîm Sen'ê Fesîh Zîrek metna daxuyaniyê xwend.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê hejmareke girîng a xwendekaran di polên qelebalix de perwerde dibînin. Pêvajoya bi maske ya xwendekar û mamosteyan a li polên ku nayê hewa kirin, 40 deqeyan de hawireke nebaş diafirîne û rîska veguhastinê zêde dike. Daxwaza kêmkirina dema dersan heta 30 deqeyan, kedkarên perwerdeyê, xwendekar û dê û malbatan bi awayekî tund tê diyarkirin. Em bang li Wezareta Perwerdeya dikin ku li gorî daxwazên mafdar ên di vî warî de gav bên avêtin û dema dersê daxîne 30 deqeyan.
 
Di dibistanan de sîstemên hewadarkirinê tune. Ligel vê sîstemên paceyê jî bi awayekî rêkûpêk li gorî sîstema hewadarkirinê nîne. Me li ser vê mijarê gelek bangawazî kir lê belê bersiveke erenî nehat. Bi nêzbûna mehên zivistanê divê mamoste û xwendekarên me bi awayekî tenduristî perwerdehiyê bigirin. Li ser vê esasê pêwîst e ku bi lez û bez xebatên bi vî rengî bên destpêkirin û perwerdehiya rûbirû nexin bin xetereyê."