Çalakiya karkeran ku li Rihayê dan destpêkirin di roja 3'yan de ye

  • 12:14 6 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - 300 karker bi hinceta Kod-18 ji KargehaTekstîlê ya Ûgur hatin derxistin. Karkerên ku ji kar hatin derxistin ligel hemû astengiyan jî 3 roj in çalakiya xwe ya nobetê didome.
 
Rêveberiya Kargeha Tekstîlê ya Ûgûr a li Herêma Pîşesaziya Organîzê ya 2’yemîn a Rihayê, di 9’ê Îlonê de, piştî ku Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya DÎSK'ê destûra sendîkayê stend, 300 karker bi hinceta Kod-18 (Xebat diqede) ji kar derxistin. 
 
Çalakiya rûnişyinê ya ku karkeren li ber kargehê dest pê kirin, di roja 3’yan de dewam dike. Karkerên ku îro di saetên serê sibe de hatin ber kargehê,  leşkeran pêşiya wan girt. Leşkeran ji karkeran re gotin, rawestandina li ber kargehê qedexe ye û destûr nedan ku karker nobetê bigirin. 
 
Nûnerê Herêma Dîlokê yê Karê Tekstîlê ya DÎSK’ê Mehmet Turkmen, bertek nîşanî leşkeran da û wiha got: “Ev der Rihaye. Li vê derê berjewendiyên patron, ji qanûnan girîngtir e. Yên ku hembêza xwe ji patronan re vedikin, karkeran qetil dikin, qanûnan binpê dikin û bi xapandinê ji sendîkayê xilas dibin, ew  kesin ku îro li pêşiya karkerên ku li mafê xwe digerin barîkatan datînin e. Em li vê derê ne. Em ê neçin tu derê. Em karkerin, mafdarin û bi berxwedanê em ê qezenc bikin.”
 
Karker li cihekê nêzî kargehê, radiwestin.