3 ciwanên bal kişandin ser Komkujiya 10'ê Cotmehê hatin binçavkirin
- 12:09 6 Cotmeh 2021
- Rojane
ENQERE - 3 ciwanên derbarê Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de li dîwaran nivîs nivîsandin hatin binçavkirin.
Li semtên Maltepe, Cebecî, Esat, Seyranbaglari û Yenîmahalle yên navçeya Çankaya ya Enqereyê, têkildarî 6'emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin. 3 ciwanên endamên Federasyona Anarşîstên Şoreşger (DAF) ên têkildarî Komkujiya 10'ê Cotmehê nivîs nivîsandin hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku Îsmaîl Arikan, Zeynep Ulger û Guney Akgun ên hatin binçavkirin, birine Miduriyeta Polîsan a Yenîmahalleyê.
Ciwanên piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin, ji bo îfadeyên dozgeriyê tên sekinandin.
Nivîsên ku her sê ciwanên endamên DAF’ê nivîsandin wiha ne: "Wê hesabê 10'ê Cotmehê were pirsîn, Ew ê neyê jibîrkirin, Ew ê neyê efûkirin, Îsmaîl Kizilçay li vir e, Tayfûn Benol li vir e."