Ji TJK-E banga tevlîbûna çalakiyên 9 û 10'ê Cotmehê

  • 11:28 6 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera Kompolaya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de TJK-E'yê ragihand ku wê li gelek welatên Ewropayê bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" çalakiyan li dar bixin. 
 
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi minasebeta salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Elmanya, Hollanda, Belçîka, Fransa, Swîsre, Fînlandiya, Îngilistan, Danîmarka û Swêdê rêzeçalakiyan li dar dixe.
 
TJK-E'yê diyar kir ku çalakî wê bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" di 9-10'ê Cotmehê de ji aliyê rêxistinên jinan ve bêne kirin û cih û dema çalakiyan eşkere kir.
 
TJK-E'yê destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê bi baweriyeke mezin dersa pêwîst li qadan bidin faşîzmê û bang li her kesî kir ku 9-10'ê Cotmehê bi berpirsyariyeke mezin tevlî çalakiyan bibin.