Hunermendan bang kir: Divê dengê girtiyên nexweş bê bihistin

  • 09:03 6 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL -Tevî raporên ATK’ê girtiyên nexweş nayên berdan û taloqkirina înfazan nayê qebûlkirin. Hunermendan da zanîn ku ev biryarên kêfkî ne û wiha gotin: “Ev pêvajoyeke li dijî mafê mirovane, dijhiqûqî û bêdadiye. Divê dengê girtiyên nexweş bê bihistin û bên berdan.”
 
Rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehên Tirkiye û herêmê her diçe gira dibe, ji ber kovîdê binpêkirin her diçin zêde dibin. Girtî xwe nikarin bigihînin mafê tenduristiyê, dermankirina wan tê astengkirin û hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibin. Raporên ku nexweşxane didin yên ‘nikarin li girtîgehê bimînin’ esas nayên girtin û girtî bi mirinê re tên rû hev.
 
Hunermend Şebnem Sonmez, Yeşîm Ustaoglu û Canan Şeno, der barê girtiyên nexweş de ji ajansa me re axivîn û gotin: “Pêvajoyeke dij mafê mirovan, hiqûq û edeletê ye. Divê dengê girtiyên nexweş bê bihistin.”
 
‘Divê demildest bên berdan’
 
Lîstikvan Şebnem Sonmez da zanîn ku ew li dijî her cureyê binpêkirina mafan ya li hember girtiyane û wiha dirêjî dayê: “Jinên nexweş, jinên li girtîgehan neçar dimînin zarokên xwe mezin bikin. Li ser navê mirovahiyê daxwaz dikim ku şert û mercên wan yên jiyanê pêk bên. Raporên ATK’ê yên ‘nikarin di girtîgehê de bimînin, derbas nabin. Herhalde bi tabîbên edlî û wezareta tenduristiyê bawer nakin. Tabîbên edlî yên pisporên wezareta tenduristiyê tune dihesibînin. Wê demê navbera saziyan de cudabûnek mezin heye. Divê demildest têkilî û ragîhandin bê avakirin.”
 
‘Neçarin li gorî raporan tevbiherin’
 
Şebnemê derbarê berdana girtiyên nexweş de jî bang kir: “Ger ku girtiyên nexweş derbarê ku nikarin girtî bimînin de raporê bigirin, xuyaye ku di alî tenduristiyê de, şertên wan ne başin û di zorê de ne. Neçarin vê rewşê sererast bikin û li gorî rapora tipa edlî tevbigerin. Wekê din rê tune.”
 
‘Divê dengê girtiyan bê bihistin’
 
Derhêner Yeşîm Ustaoglu jî derbarê binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan de nêrînên xwe anî ziman û wiha berdewam kir: “Ev pêvajoyeke li dijî hiqûq, edelet û mafê mirovane. Divê dengê girtiyên nexweş bê bihistin û bên berdan. Divê li ser platformên çapemeniya civakî kampanya pêk bên û hemû rêxistinên civaka sivîl bi hestiyar tevbigerin. Beriya her tiştî divê hiqûq û edelet pêk bê. Ev biryar kêfî tên dayîn.  Divê edelet, wijdan û hiqûq beriya her tiştî be.”
 
‘Girtina wan bê wateye’
 
Wênesaz Canan Şenol jî bi lêv kir ku ji ber fikr û ramanê girtina mirovan dij demokrasiyê ye û wiha anî ziman: “Dijhiqûqiya li hember girtiyên nexweş, bêdadiye. Tevî raporê ATK’ê girtî nayên berdan. Mirovek sûcî kiribe jî ger ku doktor dibêjin bila bên berdan, divê bên berdan. Neberdana wan bê wateye. Piştî darbeya 12’yê îlona 1980’ê, Kenan Evren yê ku 7’emîn serokomar bû ji ber temenê wî pêş ketibû nehat darizandin. Ji ber kal bibû di girtîgehê de nema. Ji ber vê divê heman rewş ji bo jin û hemû girtiyên nexweş pêk bê. Divê wekhev nêz bibin.”