Dosyaya Rozerînê birin DDB’ê

  • 09:02 6 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Dilan Babat
 
ENQERE - Rozerîn Çukur li navçeya Sûra Amedê dema qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin û di lêpirsîna der barê mirina wê de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Li ser vê dosya birin DDB’ê.
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê di pêvajoya qedexeyên derketina derve de di 8’ê çileyê ya 2016’an de Rozerîn Çukur a 17 salî hat qetilkirin û cenazeyê wê 5 meh şûnde dan malbatê. Di lêpirsîna der barê mirina wê de biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn. Biryar ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat dayîn û hincet jî îdiaya ku navê Rozerînê di navbera endamên YPS’ê de di hevdîtina telsîzê de derbas bûye, hat nîşandan.
 Di biryarê de vê îfadeyê cih girt: “Rozerîn Çukur di dîroka bûyerê de di pevçûna bi hêzên ewlehiyê re miriye û tevlîbûna 'rêxistina terorê PKK-KCK' ji hevdîtinên telsîzê û girtekên emniyetê tê fêmkirin, ji ber bûyerê jî li ser navê gumanbariyê, hewce bi lêpirsînê nîne (…)”
 
Ji bo îtîrazê red
 
Endamê Komîsohna Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê ku piştgiriya hiqûqî da malbata Rozerînê, li dijî biryara neşopandinê serî li Dadgeriya Cezayê ya Sulhê dan. 4’emîn Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Amedê biryara dozgeriyê li gorî qanûnê dît û îtîraz red kir.
 
Ji bo DDB’ê serlêdan: Di dosyayê de delîl tune ye
 
Parêzerên mabata Rozerînê, li ser redkirina îtirazê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di ewraqên di dosyaya lêpirsînê de ye, der barê ku Rozerîn Çukur, ‘endama rêxistina çekdarî ye’, ‘tevlî çalakiya çekdarî bûye’ de delîl tune ye. Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Merciya lêpirsînê li şûna ku lêpirsînek bi bandor bike, bi pêşdaraz û alî tev geriyaye û her kesê li Sûrê jiyana xwe ji dest daye wek endamê rêxistinê nirxandiye. Meqseda, ji  lêpirsîneke bi bandor, ev e ku bepirs bên tespîtkirin cezakirin, derkevin pêşberî merciya edlî.”