ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 6 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
*Barbara Akay a ku ji bo hevserokatiya HDP'ê ya navçeya Mîdyadê hat hilbijartin da zanîn HDP bi pirrengiya xwe ji hemû rêxistinên din re dibe nimûne û wiha got:"Em ê rêxistina xwe ya pirreng xurtir bikin. Hişmendiya nîjadperest û cudakar hilweşînin." DÎMEN HEYE
 
*Rozerî Çukur li navçeya Sûra Amedê dema qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin û di lêpirsîna der barê mirina wê de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Li ser vê dosya birin DDB’ê.
 
*Tevî raporên ATK’ê girtiyên nexweş nayên berdan û taloqkirina înfazan nayê qebûlkirin. Hunermendan da zanîn ku ev biryarên kêfkî ne û wiha gotin: “Ev pêvajoyeke li dijî mafê mirovane, dijhiqûqî û bêdadiye. Divê dengê girtiyên nexweş bê bihistin û bên berdan.”
 
*Nûçegîhana JIN TV'yê Ferîde Zade 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd li hemû rojnamegerên jin ên kurd pîroz kir û wiha got:"Em ê bi dirûşma 'dengê jinê rûyê jiyanê', bi rihê Gurbetelî Ersoz û Nûjiyan Erhan li hemberî hemû zehmetiyan têkoşîna xwe bimeşînîn." DÎMEN HEYE
 
*Jinên kurd 7'ê Cotmehê Roja Jinên Rojnameger ên Kurd bi pêşketineke nû ya li ser medyayê û bi rengekî nû pêşwazî dikin. 
 
*Jinên ji Gundê Pirahmed ê Erxeniyê yên bertek nîşanî pirsgirêka paqijiyê û binsaziyê ya şaredariyê dan wiha gotin:"Ev gelek car in em ji bo pirsgirêkan serî li rayedaran didin lê belê em tu encamê nagirin dest." DÎMEN HEYE