Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nûnertiya xwe ava kir

  • 15:36 5 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Platforma Zimanê Kurdî bi armanca nûnertiya xwe li Mêrdînê ava bike civînek li dar xist û bi daxuyaniya çapemeniyê re ji raya giştî re ragihand. Şandeya ku hatiye Mêrdînê got heya zimanê Kurdî bibe xwedî statu ew ê xebatên xwe bidin meşandin. 
 
Platforma Zimanê Kurdî ji bo li Mêrdînê nûnertiya xwe ava bike bi partiyên siyasî û zimanzanan re li hev kom bûn. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyad Ceylan, berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrê ji Amedê û Hevseroka HDP’ê Perîhan Agaoglu, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Weysî Parildi jî ji Mêrdînê beşdarî civînê bûn. Şandeyê di serî li avahiya KESK’ê civînek li dar xist û piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê dan. Li ser navê platformê Şerefxan Cizîrî axivî. 
 
Şerefxanê ku têkildarê vekirina platforma ziman axivî diyar kir ku ew ê li Mêrdînê û hemû navçeeyên wê xebatên zimanê kurdî bimeşînin. Şerefxan got ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî ew ê heya dawî bipirsin û wiha dom kir: “Me li ser 2 esasên bingehîn dest bi xebatên xwe yên platformê kirin. Ya yekemîn perwerdeya bi zimanê kurdî û ya duyem jî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê bû. Pêwîst e di hemû sazî û dezgehên dewletê de zimanê kurdî were axaftin û pejirandin. Bi taybetî jî divê ji dibistana dayikê heyanî zanîngehê perwerdeya bi ziman werin dayîn.”
 
Şerefxan bal kişand ser kesên ku dibêjin zimanê kurdî ne zimanekî pedegojîk e û wiha wan rexne kir: “Siyasetmedar û rojnamevanên ku di derbarê zimanê kurdî de tu agahiya wan nîne çawa li ser nirxandinê dikin. Kesekî ku bi zimanekî nizane çawa dikare di derbarê wî zimanî de bibe xwedî nêrîn û weke zimanekî ne pedegojîk pênase bike. Ev dîtin û nêzîkatiyên vale ne. Em dikarin van nêrînên wan bi mînakan jî vala derbixin. Li Rojava û li Başûrê Kurdistanê bi zimanê kurdî perwerde tên dîtin û weke zimanê fermî di hemû sazî û dezgehan de tên bikaranîn. TV, ajans û rojnameyên me yên ku bi zimanê kurdî weşanê dikin hene. Berhemên bi zimanê kurdî hene. Ev jî dîtinên wan vala derdixe.”
 
Şerefxan herî dawî jî diyar kir ku heya zimanê kurdî bibe xwedî statuyek ew ê li berxwe bidin û xebatên xwe bidin berdewamkirin.