Li Silopiyê 13 kes hatin binçavkirin

  • 15:17 5 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Silopiyê di serdegirtina malan de 2 jê jin 13 kes hat binçavkirin. 
 
Li navçeya Silopiya Şirnexê, polîsan di saetên serê sibehê de di ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de 2 jê jin 13 kes hat binçavkirin. Sedema kesên hatin binçavkirin nayê zanî û her wiha hat diyarkirin ku di dosyeyê de "biryara veşartinê" heye.
 
Kesên ku hatin binçavkirin 2 jê jin navê 13 kesan wiha ye: "Zuleyha Bayar, Bişenk Acar, Dogan Sakman, Suleyman Açar, Şahîn Sakman, Veysî Çelîk, Gûman Çavlak, Celal Dûrak, Ayaz Kulter, Abdulcelîl Konur, Mehmet Tan, Azad Uslu ve Veysî Selçûk."
 
Her wiha hat zanîn ku polîsan di ser 8 malên dinê de jî girtiye û ji ber ku ne li malê bûne nehatine binçavkirin.