Rapora meha îlonê ya DFG'ê: Ji bo 6 rojnamegerî 27 sal û 3 meh ceza hat birîn

  • 14:34 5 Cotmeh 2021
  • Rojane
AMED - DFG'ê ya ku rapora binpêkirina mafan a rojnameger pê rû bi rû dimînin a meha îlonê eşkere kir da zanîn ji bo 6 rojnamegerî 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye dayin. 
 
Komeleya Rojnamegerên a Dîcle û Firatê (DGF) rapora meha Îlonê ya binpêkirina mafan aşkere kir. DFG’ê diyar kir ku hêj 63 rojnameger girtî ne û di îlonê de 50 rojnameger hatine darizandin. DFG’ê di raporê de anî ziman ku dema rojnameger rastiyan radigihînin civakê bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: "Her meh em xeyal dikin ku zextên li ser rojnamegeran kêm bibin. Lê mixabin her meh binpêkirina mafên rojnamegeran bêtir zêde dibe. Li Tirkiyeyê hem zext li ser rojnamegeran hene û hem jî dixwazin bi zagonan sansure zêde bikin. Ev hewldana daxwaza sansurê mê dixe nava fikaran. Bi guhertina zagonên berê êdî çapemenî û rojnameger nikarin gotinê bibêjin û binivîsin. Ev guhertinên zagonî yên nû dê bêtir mafê azadiya rojnamegeran bi sînor bike. Tenê di îlonê de 50 rojnameger ji ber nûçeyên çêkirin hatin darizandin. Li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh ceza birîn. Dîsa malperên ajansan hatin astengkirin. Di nava 9 malperên înternetê de ajansa JinNews ku tenê nûçeyên jinan dişopîne, 5 caran hat astengkirin."
 
Rapora DFG’ê ya meha îlonê wiha ye:
 
“*5 rojnameger hatin binçavkirin.
 
*Rojnamegerek hat girtin.
 
*3 rojnameger bi êrîşan re rûbirû man.
 
*Di 15 çalakî û bûyeran de rojnamegerên nûçe dişopandin hatin astengkirin.
 
*Derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
*Derbarê 7 rojnamegeran de doz hat vekirin.
 
* 6 rojnameger hatin cezakirin. Li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh ceza hat birîn
 
* 50 rojnameger ji 33 dosyayan hatin darizandin.
 
* 2 rojnamegerên girtî mafên wan hatin binpêkirin.
 
*Li 3 rojnameyan 100 roj cezayê îlan û reklamê hat birîn.
 
* RTUK’ê li 6 kanalan 7 ceza birî.
 
*9 malperên înternetê ji ber 28 nûçeyan hatin astengkirin.
 
* 7 rojnameger ji kar hatin avêtin.
 
* Heta 05’ê cotmehê hêj 63 rojnameger girtî ne.”