Meclisa Îştar: Bêdengiya Başûr nayê qebûlkirin

  • 11:57 5 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Meclisa Îştar a Wargeha Mexmûrê, bertek nîşanî hewldana PDK’ê da û got: "Em bang li qada netewî ya kurd, partiyên siyasî, rewşenbîr û hemû hêzên peywendîdar dikin ku li hemberî kiryarên PDK’ê yên ne di xizmeta Gelê Kurd de ne dakevin qadan û êrişan bidin rawestandin."
 
Derbarê hewldanên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) a li hemberî Şengalê û êrişên li hemberî Qadên Parastina Medyayê de Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Îştar pêk hat û daxuyanî ji aliyê Hevşaredar Rojîn Benek ve hat xwendin. 
 
Daxuyaniya Meclîsa Îştar wiha ye: 
 
"Weke hemû cîhan dibîne 5 meh in ji aliyê hêzekî NATO'yê ve bi teknîka qaşo herî pêşketî êrişek hovane li ser şervanên azadiyê tê meşandin. Lê heya niha jî dewleta dagirker ku tu exlaqê şer nas nake û hemû pîvanên şer binpêkiriye, nikare pêşde biçe û li her deverê bi berxwedanê re rûbirû dimîne. Tê zanîn ev çekên kîmyewî di asta navnetewî de hatine qedexe kirin. Lê dewleta Tirk sucê şer dike û cîhan jî jêre bêdeng e. Di heman demê de gelên ku li wan herêman dijîn jî di tendirûstiya wan de dibe sedema metirsiya hesarên demdirêj. Ji dîrokê heya niha PDK ê ku dev ji xiyanetê bernade û bi rijandina xwîna birayên xwe yên kurd têr nabe bi hevkariya dewleta faşîst ya Tirk tevger dike. 
 
Divê dayikên başûrî bêdeng nebin 
 
PDK ku xwe weke partiyeke kurd bi nav dike, bi tu şêwazan ji hevkarî û leyîstokên ku zererê dide yekrêzî û nirxên Gelê Kurd ku di encama xwîna bi hezaran şehîdan de hatîne bi dest xistin, bi hemû hêza xwe ji bo windakirina van destkeftiyan rol dileyîze û kiryarên ne li gora exlaqê netewa kurd raber dike. Nimuneya vê jî; bi diyarkirina tunelên şer û bi êrişên dibe li ser nuqteyên gerîlla û herî dawî kemîna avêtî li pêşiya komeke gerîlla ku dixwestin herêma Xelîfan derbaz bibin, vê xiyaneta xwe carek din li pêş qada navnetewî raber kir û di encam de 5 gerîlla gihiştin şahadetê. Gelo di van kêliyên ku qedera Gelê Kurd tê xêz kirin de, xiyanetekî wisa çiqas ruhê netewî diparêze. Li kêleka van hemû erişan bêdengiya gelê Başur jî cihê rexneyê ye. Bi taybet dayikên başûrî dem hatiye ku ji van êrişan re bêjin êdî bese û serî li dijî vê sîstema heyî rakin. 
 
Tecrûbeyên jiyanî yên Şengalê hene
 
Li aliyê din gelê Şengalê ku di encama 73’yê fermanan de kariye xwe li ser linga bigire, di nava xaka pîroz a Şengalê de bi awayekî bê ku pêwîstî bi hêzek hebe, hewil dide xwe bi rêxistin bike, bi rêve bibe û bi parêze. PDK ku tehemula wî ji tu kurdekî ku îradeya wî di destê wî de nayê, vê carê hewil dide dibin navên cuda û şêwazên zirav bikeve xaka Şengalê û desthilatdariya xwe li wir bide avakirin. Lê şêniyên Şengalê ku ji fermana 2014’an tecrubeyên jiyanî derxistin û hêzên wan ne parastin, ew baş naskirin wan êdî qebûl nakin. 
 
Li dijî êrişan divê gel dakeve qadan 
 
Em wek jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî ji ber sekna şêniyên Şengalê, ya ji destnedana destkeftiyên Şengalê de li ber xwe didin û ev du roj in di nava çalakiyan û parastina xaka xwe dikin, wan silav dikîn û pîroz dikîn. 
 
Dîsan bang li hêzên ku fermana Şengalê weke komkujî qebulkirîn û ji bo şêniyên Şengalê komkujiyek din jiyan neke, pêşî li êrişên PDK’ê û dewleta faşîst bidin girtin. Em weke jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî bang li qada navnetewî dikîn ku ji bo sekinandina êrişên dagirkeriyê bi erka xwe rabin. Dîsa em bang li qada netewî ya kurd, partiyên siyasî, rewşenbîr û hemû hêzên peywendîdar dikin ku kiryarên PDK’ê yên ne di xizmeta Gelê Kurd de ne û divê demildest li herçar parçeyan û derveyî welat dakevin qadan û van êrişan bidin rawestandin. Ji bo sekinandina xwîna dirije û rêxistina yekitiya netewî dem hatiye. 
 
Taybet divê em jin bi erka xwe ya demê rabin. Ji wargeha şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê berxwedana şervanên azadiyê ya di tunelên şer de silav dikîn û di berxwedana wan de li kêleka wan bûna xwe didin diyarkirin. Hemû cûrên êrişan yên li ser çiyayên Kurdistanê û Şengalê heyî şemezar dikin."