Ev du meh in Ciwana ya RJAK'î winda ye, PDK bêdeng e

  • 10:40 5 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama RJAK'ê Ciwana  Ebdulbaqî ya di dema vegera Şengalê de ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat girtin ev du meh in winda ye. PDK'ê heta niha derbarê aqubeta Ciwanayê de daxuyanî nedaye. 
 
Bi biryara dadgehê û bi kefalet ji 3 endam û rêveberên jin ên RJAK'ê ku ji aliyê PDK'ê ve hatibûn girtin, 2 ji wan piştî 33 rojan hatibûn berdan. Lê ev 2 meh in endamek RJAK'ê di destên PDK'ê de ye û aqubeta wê nayê zanîn.
 
Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3'yê Tebaxa 2014'an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK'ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK'ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê çekdarên PDK'ê ve li seytereya Kelekê hatin revandin.
 
Endam û Rêveberên RJAK'ê di 5'ê Tebaxê de li seytereya Kelekê ya Hewlêrê ji aliyê çekdarên PDK'ê ve tên revandin. Ji dema ku hatine binçavkirin heya niha agahî ji endama meclîsa RJAK'ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen nedihat girtin.
 
Piştî 33 rojan di 6'ê Îlona 2021'ê de bi biryara dadgehê û kefalet endam û rêveberên RJAK'ê Xewle Mihemed û Seyran Ehmed hatin berdan.
 
Lê endama din a RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hîn jî nehatiye berdan û aqûbeta wê nayê zanîn. Ev 2 meh in Ciwana Ebdulbaqî ji aliyê çekdarên PDK'ê ve hatiye revandin.