ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 5 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
* Namzeta serbixwe ya Iraqê Ronak Meclîd diyar kir ku pêdivî bi parlementoyeke aştîxwaz heye û got: "Ev hilbijartin ji bo guhertina rûyên kesan nîne, heke zîhniyet neguhere, wê demê rûyên nû dê bi kêrî tiştekî nayên. Zîhniyeta cuda ya ku dixwaze kar bike dê bibe mînak û li Herêma Kurdistanê û Iraqê guhertînan pêk bîne." BI DÎMEN 
 
*Welatiyan bertek nîşanê bihabûna ku roj bi roj zêde dibe dan û diyarkirin ku daneyên tên aşkerakirin rastiyê nîşan nadin, gel roj bi roj xizan dibe. DÎMEN HEYE
 
*Dayika Arîn Mîrkana ku niha gelek zarok navê wê hildigirin û bû sembola têkoşînê, Wehîde Henan li ser salvegera wê ya ku jiyana xwe ji dest da wiha got:"Arînê ne keça min tenê ye. Ew keça hemû dayikên cangoriyên azadiyê ne. Keça min bi çalakiya xwe bû sembola azadiyê. Rêya Arînê rêya azadî û aştiyê ye. Arînê û hevalên xwe çawa Kobanê rizgar kirin dê rojekê Efrînê jî rizgar bikin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo, derbarê hewldanên PDK'ê û Arteşa Iraqê de diyar kir ku dixwazin Peymana 9'ê Cotmehê niha pratîze bikin û got: "Tiştên ku bê vîna êzidiyan pêk tê êdî qebûl nakin. Ên ku li hemberî DAIŞ’ê şer kir em bûn û yên ku ax û gelê Iraqê parastî jî em bûn. Em hêzên ku bû sedema fermanê jî tu carî em qebûl nakin." BI DÎMEN 
 
*Dê îro bi daxuyaniyeke li KESK'ê dê bê dayin Komeleya Çand û Ziman a Kurdî li Mêrdînê bê vekirin. (13.00)