'Divê mirina bi guman a Aleyna Aggul bê ronîkirin'

  • 16:44 4 Cotmeh 2021
  • Rojane
ÎDIR - Komîsyona Mafên Jinan a Îdirê, derbarê mirina bi guman a Aleyna Aggunê de daxuyaniyek da û got: "Divê mirina bi guman a Aleynayê bê ronîkirin. Em ê heta dawiyê şopdarê mijarê bin." 
 
Li Îdirê Aleyna Aggul (18) a tecawizî wê hat kirin û xwe ji qata avahiyê ya 5’an avêt û dawî li jiyana xwe anî, li pey xwe di têbiniya hişt de got “Sedema mirina min Gokhan Argin e” piştî wê Gokhan Argin û lawê xwe Gokturk Argin ji mirina Aggul berpirs hatibûn binçavkirin. Lê piştî îfadeyên wan hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Gokhan Argin ê ku wêneyê Aleyna di telefona lawê xwe de dît, bang lê kir ku biçe ofîsa wî û li ser wêneyan şantaj kir û tecawizî wê kir. 
 
Derbarê mijarê de Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Idirê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Edliyeya Idirê hat dayîn. Serokê Baroyê û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla seroka Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Îdirê Aydanûr Agaya ve hat dayîn. 
 
Aydanûr, di daxuyaniyê de wiha bal kişand ser mirina bi guman a Aleynayê: "Zilamê ku bûye sedema mirina Aleynaye 18 salî hêj şerm nake daxuyaniyek da çapemeniyê û jina ciwan hedef girt. Aleyna beriya mirina xwe nameyek hiştibû û di nameya xwe de zilamê 43 salî nîşan dabû. Kesên ku bi rojane li hemberî mirinê bêdeng mayî niha gotinên mêrê 43 salî dikin manşet. Em vê helwestê şermezar dikin." 
 
Aydanûr, da zanîn ku çend roj in dixwazin bûyera ku pêk hatî veşerîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ligel veşartina bûyerê hewl didin ku Aleynayê sûcda derxin. Şîdeta li hemberî jinê û kuştina jinê mixabin tenê 3 roj di rojevê de dimîne û piştre tê ji bîrkirin. Lê divê bê zanîn ku em ê şopdarê bûyerê bin û em nahelin ku bûyer bê jibîrkirin. Em bang dikin ku divê mekanîzmayên dewletê li dijî kuştina jinan a bi guman û şîdeta di nava malbatê ya li hemberî jinê 
bikeve nav hewldanan. Em bi yek dengî û zelalî tînin ziman ku êdî bes e" 
 
Aydanûn, da zanîn ku Eleyna Aggul di 18 saliya xwe de jiyana xwe ji dest a û wiha bi lêv kir: "Em ji bo Aleynayê pir xemginînin. Em wek Baroya Îdirê şopdarê bûyerê ne"