Jinên êzidî: Serkeftin dê bibe ya me

  • 16:01 4 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
 
ŞENGAL - Jinên ku li ber Asayîşa Êzidîxanê kom bûn bal kişandin ser berxwedanê û gotin: "Kesên ku niha tên heke dema fermanê bihatana em nediketin destê DAIŞ'ê. Lê divê bê zanîn em carek din rê nadin wan û em ê li ber xwe bidin." 
 
Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bi hevkariya Arteşa Iraqê bi hinceta hilbijartinê hewl didin ku peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda-Hewlêrê li Şengalê pratîze bikin. Êzidî li hemberî liv û tevgera PDK’ê serê sibehê herikîn meclîsên gel û noqteyên Asayîşa Êzidxanê. Jinên ku li vir kom bûn ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Em naxwazin tu hêz bikeve Şengalê’
 
Jina bi navê Kamo ji gundê Dohla ya girêdayî Şengalê ye berê xwe daye Asayîşa Êzidixanê û tevlî berxwedanê bûye. Kamo wiha nêrînê xwe anî ziman: “Em li dijî hêzên ku dixwastin bikevin Şengalê hatin li vir. Cara din bi berxwedanê ev hêz vekişiyan. Niha jî heman rêbazê bikartînin û dixwazin bikevin Şengalê. Dixwazin me tune bikin, dîsa wek fermanê keç û jinên ciwan bifroşîn, an jî bikujîn. Hêj gorên komî li ku ne hatine zelalkirin niha hewl didin dîsa heman tiştî bikin. Divê bê zanîn ku em vê tiştî qebûl nakin.”
 
‘Serkeftin ya me ye' 
 
Zozan Şengalî, jî wek jinên din tevlî berxwedanê bûye wiha bal kişand ser rewşa heyî: “Em duh ve bi ciwanên xwe re li vir in. Kengê hewce bike û çi saetê hewce bike em amade ne. Em ê her tim li ber xwe bidin. Kesên ku xirata wî hebe divê îro rabe ser piyan û xwedî li êzidiyan derkeve. Divê îro her êzidiyek rabe ser xwe û li ber xwe bide. Ez serkeftinê dixwazim û serkeftin dê bibe ya me.” 
 
'Kesên ku xizmetê didin bila bên'
 
Tevrê Xelef jî ji gundê Borîkê ya Şengalê ye wek jinên din tevlî berxwedanê bûye û wiha axivî: “Heke ev hêza ku niha berê xwe dayî Şengalê dema fermanê de bihatan em nediketin destê DAIŞ’ê. Em naxwazin kesên din bên Şengalê, yên ku êzidî û her wiha dê xizmetê bide êzidiyan bila bên. Em carek din naxwazin bikevin destê dijmin. Her wiha em polîtîkayên ku dijminatiya êzidiyan dike û tifaqa êzidiyan xirab dike naxwazin. Hêviya me ji çend dewletan heye ku li dijî vê yekê bisekinin. Her wiha em ê berxwedana xwe li vir bidomînin.