Jinan ji bo Gurbet Fîda ya hat qetilkirin daxuyanî dan

  • 15:40 4 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - Jinên ku derbarê Gurbet Fîda ya hat qetilkirin de daxuyanî dan, diyar kirin ku gûmanbar ji aliyê dewletê ve tên parastin. Jinan anîn ziman ku heta edalet bê bicihanîn ew ê li dijî van polîtîkayan têkoşînê bidin. 
 
Li navçeya Licê ya Amedê li taxa Fîsê gurbet Fîda ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin ve hatibû qetilkirin. Komeleya Jinan a Rosayê, Baroya Amedê, Navenda Parastina Jinan, Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Rêveberiya  Licê, li ber Edliyeya Licê derbarê qetilkirina Gurbetê de daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya ku tê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "kuştina jinan polîtîk e",  hatin berzkirin ji aliyê Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat ve hat xwendin. 
 
'Nasnameya gûmanbar girîng e'
 
Berfînê, diyar kir ku qirkirina jinan tê meşrûkirin û hikûmet jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê gûmanbaran xelat dike û ev polîtîka jî qirkirina jinan li ber çavan radixin. Berfîn wiha berdewam kir, "îro vê qirkirina tê kirin ji polîtîkayên hiqûmet, siyasetmedar û ji piştgirîdayîna darazê cuda mirov nikare bigire dest. Di serî de jin ji hemû êrîşên ku li hember nasnameyên cuda tên kirin ji bilî nasnameya mêrbûnê helwesta lêşker û polîsên dewletê û darazê jî girîng e. "
 
'Em ji daxwazin xwe tawîzê nadin'
 
Berfînê got ku têkoşîna jinan a ji bo maf ku ji aliyê îqtîdar û darazê ve tê astengkirin baweriya jinan a bi edaletê kêm dike û got, "Bi hişmendiya ku li qada çapemeniyê  û li qada raya giştî tê çêkirin destkeftiyên jinan asteng dike û tundiya li hemberî jinê jî zêde dike. Bi êrîşên li hemberî Peymana Stenbolê, qanûna 6284 û bi pakêtên darazê yên nû ku hatin derxistin re jin û zarok bûn hedefa tundiyê. Em ê heta  ku edalet bê pêkanîna û saziyên dewletê erka xwe bi cih bînin têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dest ji daxwaza xwe ya Peymana Stenbolê bernedin."