CFWIJ: Mafê azadiyê nikare bê binpêkirin

  • 15:01 4 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ENQERE - CFWIJ'ê di parvekirina xwe ya têkildarî astengkirina roportaja kuçeyê ya nûçegîhana me Oznur Deger û nûçegîhana Ya Rast Nûçe ye Buşra Taşkiran de wiha got:"Mafê azadiyê bi vî rengî nikare bê binpêkirin."
 
Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) ji bo nûçegîhana me Oznur Deger û nûçegîhana Ya Rast Nûçe ye yên dema roportaja kuçeyê digirtin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyama 'Mafê azadiyê nikare bê binpêkirin' da. Oznur û Buşra dema mîkrofon dirêjî welatiyan kiribûn ji aliyê polîsan ve kontrola wan a GBT'ê hatibû kirin û qameraya wan bi zorê hatibû girtin.
 
Parvekirina CFWIJ'ê wiha ye:"Oznur Deger û Buşra Taşkiran dema li kuçeyê roportaj ji welatiyan digirtin hatin astengkirin. Polîsên wekî hincet tunebûna qerta çapemeniyê ya turkuaz nîşan dan mafê çêkirina nûçeyan binpê kirin. Em wekî CFWIJ'ê mudaxaleyê şermezar dikin. Mafê azadiyê bi vî rengî nikare bê binpêkirin."