'Şengalî dê li hemberî êrîşan şev û roj li ser piyan be'

  • 11:48 4 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê hewldana PDK'ê de Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevseroka Komîteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen axivî û got: "Her tişt wê bi îradeya gelê me pêk bê. Yên îradeya gelê me nas nekin, em ê jî wan nas nekin.”
 
Civaka êzidî li hemberî planên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ketin nav seferberiyê. Piştî hewldana 2’yê cotmehê, liv û tevgera PDK’ê ya ku hêzên xwe yên çekdar derbasî Şengalê bike berdewam dike. Li ser vê rewşê gelê Şengalê îro ji saetên sibehê ve herikîn noqteyên Asayîşa Êzîdxanê û meclîsên gel.
 
Li komelgeha Guhbelê ku ev çend roj in yek ji navendên berxwedana Şengalê ye, Rêveberiya Xweser derbarê rewşa dawî û berxwedana gel de daxuyaniyek da. Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen di axaftina xwe de balê kişand ser hewldanên PDK’ê û girêdana van hewldanan bi Peymana 9’ê Cotmehê re.
 
'Şengalî li hemberî PDK’ê şev û roj li ser piyan e’
 
Riham, destnîşan kir ku Şengalî ev çend roj in şev û roj li hemberî planên qirêj ên PDK’ê li ser piyan e û got “Ne îro, ev 7 sal in gelê me li ser piyan e û li hemberî berxwedana gelê me planên qirêj ên PDK’ê heya niha vala derketine.”
 
‘Her tişt wê bi îradeya gelê me pêk were’
 
Riham diyar kir ku berxwedana gel bênavber berdewam dike, ew wekî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tevî gel vê berxwedanê dimeşînin. Riham got, yên ku dixwestin bi rêya fermana 2014’an gelê Şengalê tune bikin lê biserneketin îro dixwazin bi planên cûda yên wekî 9’ê Cotmehê vê armanca xwe bibin serî û wiha berdewam kir: “Em bang li gelê xwe dikin ku şiyar bin. Em carekê din destûr nadin planên ku îradeya gelê me nas nake li ser gelê me were ferzkirin. Wê her tişt bi îradeya gelê me pêk bê.”
 
‘Yên îradeya gel nas nekin em jî wan nas nakin’
 
Riham hişyarî li hikumeta Iraqê jî kir da ku îradeya Şengalê esas bigire û li ser navê civaka Êzidî vê peyamê da: “Ev rewş bi Peymana 9 Cotmehê ve girêdayî ye ku dixwazin PDK car din vegere Şengalê. Yên iradeya milet nas nake em jî wan nas nakin.”
 
Riham herî dawî jî bal kişand ser propagandayên reşkirinê jî û got: “Dibêjin hêzên ne yasayî li Şengalê ne. Em malbatên şehidan e, malbatên esîran e. Hêzên li Şengalê ev in.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bimire Îxanet” bi dawî bû.
 
Gelê Şengalê li hemberî hewldanên dagirkirina Şengalê berxwedana xwe berdewam dike û di van kêliyan de bi karwanê wesayîtan li komelgehên Şengalê digere.