ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 4 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
*Piştî pandemiyê, esnafên xwedî kargehên biçûk yên li dijî şewatê têkoşîn dan, ji bo dukanên xwe negirin li berxwe didin. Bendewariya esnafên ku vê serdemê bi deyn digirin, ma serdemeke din. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Cizîrê bertek nîşanê zêdebûna bikaranîna tiryakê dan, bang malbatan kirin ku xwedî zarokên xwe derbikevin û gotin: “Dewlet bi zanebûn zarokên me hînî tiryakê dike. Dixwazin pêşeroja kurdan; ciwanan tune bikin. Em ji jiyana xwe bifikarin.”DÎMEN HEYE
 
*Jinên KESK'î bal kişandin ser deklarasyona HDP'ê û diyar kirin ku ji bo demokratîkbûnê girîng e û gotin di vê hêviyê de ne ku dê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê rêyek veke. DÎMEN HEYE