Mêrê ku Aleyna ya întîhar lê hat ferzkirin got, 'Sedema mirina min e' serbest berdan
- 17:14 3 Cotmeh 2021
- Rojane
ÎDIR - Mêrê ku Aleyna Aggul ya întîhar lê hat ferzkirin di têbiniya li pey xwe hişt de got, "Sedema mirina min e" Gokhan Argin û lawê wî Gokturk Argin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Li Îdirê Aleyna Aggul (18) a tecawizî wê hat kirin û xwe ji qata avahiyê ya 5’an avêt û dawî li jiyana xwe anî, li pey xwe di têbiniya hişt de got “Sedema mirina min Gokhan Argin e” piştî wê Gokhan Argin û lawê xwe Gokturk Argin ji mirina Aggul berpirs hatibûn binçavkirin. Lê piştî îfadeyên wan hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Gokhan Argin ê ku wêneyê Aleyna di telefona lawê xwe de dît, bang lê kir ku biçe ofîsa wî û li ser wêneyan şantaj kir û tecawizî wê kir.
Di çarçoveya lêpirsînê de li benda rapora wê ji saziya tiba edlî derkve hatiye mayîn.
Malbata Aleyna bertek nîşanî berdana bav û kur dan.
KCDP: Bila gumananbar bên aşkerakirin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) li ser medya dîjîtal daxuyanî da û Gokhan Argin û kurê wî ji mirina Alyenayê berpirsiyar girtin û xwest ku hemû gumanên têkildarî mirina Aleynayê derkevin holê.