Li Gundên Licê bi gel re hevdîtin hat kirin
- 15:21 3 Cotmeh 2021
- Rojane
AMED - HDP'yiyên ku di çarçoveya kampanya "Em HDP'yî ne li herderê ne" çûn serdana gundên Licê bi coşke mezin hatin pêşwazîkirin.
Kampanya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi dirûşma "Em HDP'yî ne li herderê ne" hatibû destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de Heyeteke ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, Hevseroka Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seval Gulmez û xebatkarên partiyê jî di nav de cih girtin li gundên Licê bi gel re hevdîtin kir. Heyeta ku bi coş hat pêşwazîkirin pirsgirêkên gel guhdar kir û bi gel re sohbet kir.