Ezgî Orak a DHP'yî serbest hat berdan
- 15:20 3 Cotmeh 2021
- Rojane
ENQERE - Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Ezgî Orak ku ji aliyê polîsan ve hat revandin û piştre hat diyarkirin ku li muduriyeta polîsan e serbest hat berdan.
Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Ezgî Orak ku di 29'ê Îlonê de ji Çankayaya Enqerê hatibû revandin û piştre diyar bibû ku li muduriyeta polîsan e piştî karê wê yê li muduriyetê qediya serbest hat berdan.
Herwiha Sultan Taş û Turkan Oduncu ên li gel Ezgiyê hatin binçavkirin jî piştî îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan.