Di kongerya AATUHAY -DER'ê de bangî PDK'ê kirin: Êdî bes e

  • 14:58 3 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
EDENE - AATUHAY -DER'ê di 1'emîn Kongreya xwe de bal kişand ser tecrîdê û girtiyên nexweş. Dayika Aştiyê Şemsê Bagdu a di kongreyê de axivî bang li Serokê PDK'ê Mesût Barzanî kir û got, " Tu kurd û birayê me yî dijminê min yê te ye jî. Tê heta kengî vê dijminantiyê bidomînî."
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Edeneyê û Akdenîzê (AATUHAY-DER) bi dirûşma "Bi biryardariya ji zindanan bilind dibe em tecrîdê bişikînin û azadiyê pêk bînin" 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li ewyanek bajêr hat lidarxistin û pankart hatin daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de govend hat gerandin. 
 
Di kongreyê de rêvebera HDP'ê Bêrîvan Gokalp û Dayika Aştiyê hevjîna Kadrî Bagdu yê li Edeneyê rojnameya Azadiya Welat belav dikir hat qetilkirin,  Şemsa Bagdu axivîn. 
 
Şemsê Bagdu girtiyên li zindanan silav kirin û got, "Bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe, Girtî her dem bûne alîgirê aştiyê û di serî de tecrîda li Îmraliyê divê li girtîgehan tecrîd bê rakirin." Şemsê bal kişand ser helwest PDK'ê jî û ev tişt got, "Tu kurd û birayê me yî dijminê min yê te ye jî. Tê heta kengî vê dijminantiyê bidomînî."
 
Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat û Hamdiye Işik û Nîmet Sezgîn ji bo hevserokatiya AATUHAY-DER'ê hatin bijartin.