Nobeta Edaletê di roja 209'an de ye: Em dest jê bernadin

  • 14:13 3 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar, nobeta xwe di roja 209'an de berdewam dikin peyama, "Em dest ji Heq! Heqîqet! û Edaletê! bernadin" parve kirin. 
 
Malbata Şenyaşar a 209 roj in li edaletê digere, ji ber edliye girtî bû îro nehat navenda Rihayê û li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta xwe ya edaletê berdewam kir. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal, videoya Xelata Rûmetê ya Xelatên Rojnamegeriyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku di 20’ê Îlona 2021’ê de diyarî wan hatibû kirin parve kir û wiha got: “Di merasîma Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şêhîdên Çapemeniya Azad de, xelata rûmetê dan dayika Emîne ya 7 meh in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire. Em ê dev ji daxwaza Heq!  Heqîqet! û edaletê bernedin.”