Daxwaza nexweşa penceşêrê Ayşe Ozdogan a taloqkirina înfazê hat redkirin

  • 13:10 3 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ayşe Ozdogan a bi nexweşiya penceşêrê ku daxwaza taloqkirina înfaza xwe kiribû hat girtin. 
 
Ayşe Ozdogan a bi nexweşiya penceşêrê ku di 2019'an de demekê di girtîgehê de hatibû hiştin û piştre hat tehliyekirin ku daxwaza taloqkirina înfazê kiribû daxwaza wê nehat qebûlkirin. Ayşe ya ku du sal e tedawiya penceşêrê dibîne hat girtin. Ayşe ya ku ji ber nexweşiyê di axaftinê de zahmetiyan dikişîne diyar kiribû ku ew nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne.  
 
Xuşka Ayşeyê Emîne Erdem, li ser medya dijîtal parvekirin kir, got ku daxwaza taloqkirina înfazê ya xuşka wê nehatiye qebûlkirin û berdewam kir, "10 polîs hatin malê û gotin cezayê wê teqez bûye û xuşka min girtin birin."