Namzeda serbixwe Yusra Recep li Çemçemalê serdana gel kir
- 12:37 3 Cotmeh 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzeta Serbixwe Yusra Receb a bi hejmar 23 li herêma 5 a Silêmaniyê tevli hilbijartinê dibe, serdana navçeya Çemçemal û derdora wê kir. Şêniyên navçeyê bi xweşbînî û bi coşeke mezin Yusrayê pêşwazî kirin.
Xebatên ji bo propaganda hilbijartina parlementoya Iraqê didomin. Namzeta Serbixwe Yusra Receb a bi hejmar 23 ku Herêma 5 a Silêmaniyê tevli hilbijartinê dibe serdana navçeya Çemçemal û derdora wê kir. Yusra ya ku bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin ji gel re bahsa projeyên xwe yên piştî di hilbijartinê de bi ser bikeve kir.
Yusrayê ji şiniyên navçeyê û yên li derdora wê xwest ku bi baldarî nêzî hilbijartinê bibin û dengê xwe bidinnamzetên ku wê ji bo gel xizmetê bikin.